Daçekan Agahdariyê /der barê…de / der heqê...de/
Daçekan Agahdariyê  /der barê…de / der heqê...de/
Dema weşanê: Gelawêj 19, 2017, 6:19 Dîtin: 695
Dema ku mirov bixwaze fikirê yekî hîn bibe, mirov dibêje ‘’Tu der barê vê yekê de çi difikirî?’’ yan jî dibêje ‘’Tu der heqê vê yekê deçi difikirî?’’  Her wiha mirov bi xwe jî dikare bibêje ‘’Min der barê vê yekê de tiştek got.’’ an jî dikare bibêje ‘’Min der heqê vê yekêde tiştek got.’’
 
Heke di hevokê de ''der barê'' yan jî ''der heqê'' hebe, pêşdaçeka''di'' nayê nivîsandin, bi tenê paşdaçeka ‘’…de’’ tê nivîsandin. Wekî ''der barê…de/der heqê…de''
 
Mînak:
 
Tu der heqê vê mijarê de çi difikirî?
Der barê mijara duh de raporekê binivîse. 
Min duh di civînê de der heqê xwendekaran de nêrîna xwe anî ziman.
Der barê tenduristiyê de gelek agahî hatine bidestxistin.
Heke tu der heqê vê de tiştekî nebêjî nabe.
Serokwezîr îro der barê aboriyê de 45 deqe axivî.
Kî dizane ew niha der heqê min de çi difikre.
 
''Der barê'' di farisî de wekî daçeka ''di…de'' tê bikaranîn.