Em Çima Dibêjin /Alo/?
Em Çima Dibêjin /Alo/?
Dema weşanê: Pûşper 15, 2019, 9:00 Dîtin: 2294

Mirov êdî dikare bi saya înternetê bêyî ku biçe welatekî  gelek agahîyan der barê wî welatî da berhev bike (cihên dîrokî, cihên avî-deryayî û çîyayî, cihên baş û ne baş, navdarên wê herêmê, xwerin û vexwarin , serjimar û hwd).  Lê hinek agahî jî hene ku mirov biçe wî welatî jî nikare bi dest bixe. Ji ber ku hinek agahî bi domana demê ra yan winda dibin yan jî bi zanebûn ji holê têne rakirin. Her wiha der barê hinek tiştan da jî agahîyên ne rast bi zanebûn tên belavkirin. Ez ketim pey şopa dema ku kesek ji mirov ra telefon dike û mirov di bersiva yekem da çima ji kesê hemberî xwe ra dibêje /Alo/.

Li gorî angaştan peyva /Alo/ kurteya xoşewîsta  dahênerê telefonê Alexander Graham Bell e. Navê xoşewîsta wî  ya ciwan Allessandra Lolila Oswaldo e. Graham Bell piştî dahênana telefonê cara yekemîn xeta telefonê dikişîne mala xoşewîsta xwe. Dema ku li kargeha xwe dima, xoşewîsta wî bi telefonê lê digerîya. Wî jî dizanî ku ji bilî xoşewîsta wî kes lê nagere. Ji ber ku telefon hê di nav gel da nehatibû belevkirin. Graham Bell jî dema ku telefon radikir dida ber guhê xwe digot, ‘’Allessandra Lolila Oswaldo’’.  Her ku diçû navbera Graham Bell û xoşewîsta wî germ dibû.  Piştî demekê Bell, xoşewîsta xwe di telefonê da wekî  /Ale Lolos/ pêşwazî kir ango bi nav kir. Ev ji bo wî hêsantir bû. Di ser ra hinek dem derbas bû, îcar Graham Bell navê yara xwe hê kurt kir jê ra digot /Alo/. Li gorî ku tê gotin xoşewîsta Graham Bell piştî demekê ji wî aciz dibe û dev jê berdide. Sedema vê yekê jî Graham Bell her tim bi dahênerîyê ra mijûl dibe û qet bi Allessandra Lolila Oswaldoyê ra mijûl nabe. Ev yek jî dibe sedem ku hêrsa xoşewîsta wî bê û wî biterikîne. Piştî ku xoşewîst dev ji Graham Bell berdide, ew gelekî xemgîn dibe. Di vê pêvajoyê da jî telefon di nav bajarî da belav dibe. Graham Bell bi hêvîya ku xoşewîsta wî dê lê bigere, li ber serê telefonê venaqete. Kî jê ra telefon dike, dibêje qey xoşewîsta wî ye, jê ra dibêje, /Alo/. Lê xoşewîsta wî tu carî lê venagere. Piştî vê bûyerê ev gotina ku em her roj belkî deh caran dibêjin /Alo/ di cîhanê da belav dibe.

Lê hin kes jî dibêjin ku peyva /Alo/ ji peyva îngilîzî ya /hello/ pêk hatîye. Hinek jî dibêjin ji peyveke firansî pêk hatîye. Wekî encam ev peyv çawa hatîye dariştin em baş nizanin, lê em bi saya dahênerîya Graham Bell her roj bi dost û heskiriyên xwe ra bi telefonê diaxivin û dibêjin /Alo/.

Bawer Agirî