Hêrs û Kontrolkirina Wê
Di jîyana me ya rojane da em rastî gelek bûyeran dihên. Ji van bûyeran hinekî mirov pêk diînin hinekî jî bûnewerên din pêk diînin. Di nav van bûyer û kirinan da em bixwazin nexwazin em hêrs dibin. Li malê, li kar, li kûçeyan, li gerê û hwd…
Derûnnas ‘’hêrs’’ê wekî ‘’hestekî ji alîyê her kesî ve dihê hîskirin’’ bi nav dikin û dibêjin ku hêrs gerdûnî ye. Hêrs, ne nêzîkahîyek e, lê belê ew jî wekî hestên me yên din parçeyekî jîyanê ye. Lê çi heye ku civak rasterast kontrolkirina hêrsê hînî mirovan nake. A di vir da derûnnas dikevin dewrê û kontrolkirina hêrsê hînî mirov dikin. Baş e, hêrs çi ye?
Hêrs, ew hest e ku wekî helwestê ye; dema ku astengî derdikevin pêşberî mirov, dilê mirov bihê şikandin, azadîya mirov bihê bisînorkirin, mafê mirov bihê xwarin ango mirov hîs bike ku mirov biçûk dihê dîtin, mirov hêrs dibe. Her wiha hêrs, di encama xwestekên ku nahên bicihanîn da helwesteke hestîyarî ye.
Me li jorê got ku em rojane rastî gelek bûyeran dihên û li dijî wan hêrs û tûre dibin. Baş e, em çawa dikarin bêyî ku zirarê bidin derdora xwe hêrsa xwe kotrol bikin? A bersiv û pêkanînên vê pirsê gelekî girîng e. Elbet gelek rêyên vê yekê hene ku mirov bi cî diînin. Lê belê mirov dikare çend xalên ku zêde dihên bikaranîn rêz bike. Lê berî ku em van xalan biînin ziman, pêşîya pêşîn divê em vê zanibin ku hêrsa nepêwîst xisareke mezin hem dide mirov bi xwe, hem jî dide hawira mirov. Divê em vê zanibin ku mirov ji kesên hêrsok, yên ku tim rexneyan dikin û diqehirin û ji yên her tiştî ra hêrs dibin, yên pitpitok, yên ku bêsebeb hêrs dibin, hez nakin. Hêrs ne xirab e, lê dema ku bêkontrol be, dikare bibe sedema hilweşîna gelek tiştan.
Hin azînên ku mirov dikare li dijî hêrsê bi kar biîne
• Vê pirsê ji xwe bikin: Ez çima hêrs dibim?
• Her roj di rojaneya xwe da hestên xwe not bigirin.
• Lîsteya rewşên ku hêrsa we diînin çêkin. Bo nimûne, ez neheqîyê hez nakim, hin kes ji min ra dibêjin ‘’tu qelew î’’, zarok di mal da nasekinin min diqehirînin, keda min dixwin û hwd.
• Şîyanên xwe yên ragîhandinê xurt bikin. Pirtûkên geşedana kesanî bixwînin, vîdeoyên mirovan pêş dixin temaşe bikin û ji bo geşedana xwe ya kesanî biçin kursên ragîhandin, ziman û egzersîzan.
• Her tim nebêjin ‘’tu’’, zimanê ‘’em/me’’ bi kar biînin.
• Dema ku hêrsa we hat, ji cihê bûyerê dûr bikevin û rewşa ku we hêrs dike analîz bikin. Vê pirsê ji xwe bikin: Pirsgirêk çi ye? Û kêşeyê pênase bikin. Di wê kêlîyê da ji amûrên ragîhandin û têkilîdanînê sûdê wergirin.
Bisekine, bifikire, hestên xwe kontrol bike û li gorî wê nêzîk bibe
• Hînî sistbûn û egzersîzên danûstandina nefesê bibin, her wiha werzîşê bikin.
• Nêrînên xwe li hemberî bûyeran biguherînin. Ji bîr nekin ku dema ku bûyer diqewime, mirov hêrs dibe, pirî caran li dijî wê bûyerê biryarên şaş dide û şîroveyên şaş li ser wê dike. Loma jî divê mirov pêşîya pêşîn aram bibe.
• Pirsgirêkan mezin nekin û efû bikin.
Encam
Hêrs, hestekî mirovî yê xwezayî ye. Ji bo parastina mirov hêrs pêwîst e. Lê dema ku mirov hêrsê ji xwe ra bike wekî xûy, li dijî mafên mirovan bi kar biîne û wekî amûreke êrîşkarî li dijî her kesî bi kar biîne, pir xeter e. Derûnnas balê dikêşin ser geşedana kesane û dibêjin ku mirov çi qasî xwe pêş bixe, beşdarî çalakîyên sosyal bibe, geşedanê ji xwe ra bike alaz, egzersîzên henaseyê bike, mirov ew qasî ji hêrsê û stresê dûr dikeve. Her wiha di dema hêrsbûnê da empatî, fêmkirin û guhdarîkirin gelekî girîng in.
Bawer Agirî
Çavkanî
Soykan, Çiğdem, Öfke ve Öfke Yönetimi, Kriz Dergisi 11 (2) 19-29
https://www.youtube.com/watch?v=1qtX6r5JLX0 (Pedagoji Okulu 7 - Çocuklarda Öfke Kontrol Bozukluğu & Çözüm Önerileri - Pedagog Adem Güneş
https://www.youtube.com/watch?v=XK3MOtR7tTg (Öfke Kontrolü)