Rejîma Dizan ‘’Kleptokrasî’’
Rejîma Dizan ‘’Kleptokrasî’’
Dema weşanê: Nîsan 9, 2019, 3:54 Dîtin: 824

Bi yûnanî "kleptes" tê wateya diz û "kratos" jî tê wateya desthilatdarî yan jî hêzê. Ev her du peyv têne cem hev bêjeya ‘’kleptokrasî’’ pêk tînin ku ew jî tê wateya ‘’rejîma dizan’’. 

Di rejîma kleptokrasîyê da desthilatdarî hemû hêz û çavkanîyên dewletê ji bo malbata xwe zengîn bike û pêş bixe, bi kar tîne. Taybetîya vê rejîmê ew e ku rêveberî çavkanîyên dewletê ji bo xwe û alîgirên xwe bi awayekî bêsînor wekî malê bavê xwe bi kar tînin û torên bêrêtîyê ava dikin ku di vir da yê  herî zêde zirarê dibîne gel e. 

Mirov dikare ji vê rejîmê ra bibêje ‘’rêveberîya dizan’’ jî. 

Pergala kleptokrasîyê dibe ku hêzeke sîyasî, olî yan jî malbatî be. Her çi dibe bila bibe şêweyê rêveberîyê naguhere û tê da her tim bêrêtî, dizî, zext û zordarî hene. 

Kleptokrasî otorîter e, bi tu awayî demokrasîyê nahundurîne, napejirîne û tê da partîyên cihêreng û cuda nîn in, heke hebin jî nikarin dengê xwe derxin. 

Mirov di vê pergalê da rastî dad yan jî mafên kesane nayê. Rêveberî çi li ser gel ferz bike, ew mecbûr in pêk bînin yan jî qebûl bikin.  

Aniha di cîhanê da dewletên ku bi vê pergalê gel bi rê va dibin dewletên Rojhilata Navîn in. Ji bo rejîma kleptokrasîyê Tirkîye û welatên ereban baştirîn nimûneyên berbiçav in.

Bawer Agirî