Şeytan çi ye, kî ye?
Şeytan çi ye, kî ye?
Dema weşanê: Gelawêj 4, 2019, 8:21 Dîtin: 2089

Li gorî hin olzanan têgiha ''şeytan'' tê wateya fikirên xirab.

 

Fikirên xirab çi ne yan jî şeytan çi ye?

 

Fikirên xirab ango fikirên şeytanî çavberdana mal, can û namûsa xelkê ye. Dexesî, çavnebarî, çavbirçîtî, ezperestî, pozbilindî, qurebûn, xwemezindîtin û egosîstî jî tên wateya şeytan ango xerabîyê.

 

Peyva ''şeytan'' di nav mirovan da wekî ku şêx û meleyan hînî wan kirine, dizanin. Wate, her wekî şeytan enerjîyek e ango hêzeke bi serê xwe ye, kengê bixwaze dikare midexaleyê mirovan bike û bikeve mêjîyê wan. Halbûkî rastî ne ev e. Rastî ew e ku ji bo ku mirov karên xwe yên xirab berdewam bikin, ji xwe ra hincetek afirandine. Navê wê hincetê jî lê kirine ‘’şeytan’. Ji alîyê fîzîkê ve ne mimkun e ku li cîhanê tiştek bêyî Xwedê di nav sanîyekê da bikeve hişê mirovan ji bo xirabîyê bi mirov bide kirin. Rastî ew e ku mirov di fitrata xwe da xwedîyê hinek xirabîyan in, yanî wekî lawiran in. Lê taybetîyên mirovan ji yên lawiran cuda ne. Mirov bi perwerde û hizirên baş dikare xirabîyan neke, lê lawir ne wisa ne. Lawir zêdetir wekî dozînî tevdigerin.

 

Mirov lawirên kedîkirî ne. Heke mirov bixwaze, dikare dest ji xirabîyên xwe berde. Mirovan peyva ‘’şeytan’’ dahênandîye ne ku bi rastî jî Xwedê şeytan kirîye belaya serê mirovan. Ji bo ku mirov xwe ji ramanên xirab bi dûr bixin, divê xwe perwerde bikin. Ev perwerde jî ne wekî perwerdeya klasîk ango ya heyî, her wiha divê ji bo vê zagon û gelek amûrên veguhartinê bi awayekî zanistî bên amadekirin û derxistin. Bêguman di vê serdemê da bi taybetî li welatên mîna Tirkîyê û yên dişibinê tiştekî wiha ne mimkun e. Ji ber ku bîrdozîya dewleta tirk ne tu bîrdozî ye, perwerde ne zanistî ye, zagon li ser esasê tunekirnê hatine nivîsîn. 

 

Wekî encam mirov dikare bibe şeytan, dikare bibe mîlyaket jî. Ev tercîha mirovan e. Meyla hin mirovan ber bi xirabîyê ve ye, meyla hin mirovan jî ber bi qencîyê ve ye. Di encamê da mirov xwe bi xwe şeytanê xwe diafirîne ango dibe şeytan. Yan jî mirov xwe bi xwe mîlyaketê  xwe diafirîne dibe mîlyaket. Divê em vê zaninbin ku tercîha şeytanbûn yan jî mîlyaketbûnê di destê mirov bi xwe  da ye.

 

Bawer Agirî