Tu jî Dikarî Biaxivî / Hîndarîyên Axaftinê 3
Ji vê hîndarîyê ra mirov dikare bibêje ‘’Hîndarîya Rastaxaftinê (speech diction)/ Bilêvkirina Peyvan’’ jî. Ji ber ku mirov di vê hîndarîyê da hînî rastderxisitna dengan dibe. Bi gotineke din, mirov hînî bilêvikireneke rast ya dengan (tîpan) dibe.
Ji bo ku peyv bi awayekî xweşik, zelal û herikbar ji devê mirov derkeve, divê hîndarî bê kirin. Gelek bêjer, stranbêj, şanoger û rêveber hîndarîyên henase û tîpan (dengan) dikin. Heke em jî rojê 2-3 caran tîpên dengdêr bi yên nedengdêr ra bi awayekî bideng bi lêv bikin, piştî hefteyekê em ê di axaftina xwe da guhertineke mezin bibînin. Lê di vir da bikaranîna henaseyê jî girîng e. Divê em henaseyeke rast bidin û bistînin. Ji bo vê yekê henaseya diyaframê tê tercîhkirin (ji bo hîndarîya henaseyê hûn dikarin li youtubeyê binêrin.) Bo nimûne, tîpa ‘’o’’ tîpeke dengdêr e. Bi tena serê xwe tê bilêvkirin. Divê em awayê derketina wê bizanin. Tîpa ‘’o’’ ji şikefta dev bi tena serê xwe derdikeve. Ji bo derxistina vî dengî, mirov devê xwe kêmekî ji hev vedike, kêlekên lêvan datîne ser hev, lêvan bi pêş da dibe, lê ne ber bi jêr ve, rasterast û dûra ji şikefta dev dengê ‘’o’’ derdixe.
Gelek kes dengê ‘’o’’ bi devê girtî bi lêv dikin. Ango lêvên wan ser hev in, bi lêv dikin. Ev awayê derxistina vî dengî çewt e. Di vir da bikaranîna lêvan gelekî girîng e. Dema ku em diaxivin, divê em lêvên xwe bilivînin, bi kar bînin û hewl bidin ku dengan rast derxin. Mesela gelek kes nizanin dengên ‘’b’’, ‘’p’’ û ‘’m’’yê ji heman jêderkê derdikevin. Ev her sê deng lêvkî ne. Dema ku mirov awayê derketina tîpan bizane, mirov dê bikare xweşik û rast biaxive.
Dengên li jêr yên rêza yekemîn ji nedengdêr û dengdêrekê pêk hatine, ‘’ba be bê bi bî bo bu bû’’, rêza duyemîn jî ji du nedengdêran û dengdêrekê pêk hatine, ‘’bab beb bêb bib bîb bob bub bûb’’. Divê ev hîndarî li gorî rêzê heta dawîyê bideng bên bilêvkirin. Ji bilî vê rêbaza hîndarîyê, mirov dikare rêbazên din jî bi kar bîne. Bo nimûne, mirov dikare nivîsên birêkûpêk bideng bixwîne, li bêjeran temaşe û guhdarî bike. Lê belê berî her tiştî divê em alfabeya xwe binasin. Tê da çend heb tîp hene, taybetîyên wan çi ne, kîjan deng (tîp) bi çi awayî, ji ku û çawa derdikeve divê em bizanin. Ji bo pênasyea derxistina dengan, ez ê pirtûka Hesen Huseyîn Denîz ya bi navê ‘’Rênîşanêra Vegotina Kurdî’’ ku ji ‘’do yayınları’’ derketîye pêşnîyarî we bikim. Çapa vê pirtûkê di sala 2008an da çêbûye. Hesen Huseyîn Denîz ji tîpa ‘’a’’yê heta tîpa ‘’z’’yê bi awayekî xweşik behsa derketina tîpan dike. Hûn dikarin feydeyê jê bistînin.
Di alfabeya kurdî de 31 tîp hene. 23 tîp nedengdêr, 8 tîp jî dengdêr in.
Tîpên girdek(mezin): A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z
Tîpên hurdek(biçûk) a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Tîpên nedengdêr
b c ç d f g h j k l m n p q r s ş t v w x y z.
Tîpên dengdêr
a e ê i î o u û
Hîndarî (Divê hûn vê hîndarîyê bideng bi lêv bikin)
ba be bê bi bî bo bu bû
bab beb bêb bib bîb bob bub bûb
ca ce cê ci cî co cu cû
cac cec cêc cic cîc coc cuc cûc
ça çe çê çi çî ço çu çû
çaç çeç çêç çiç çîç çoç çuç çûç
da de dê di dî do du dû
dad ded dêd did dîd dod dud dûd
fa fe fê fi fî fo fu fû
faf fef fêf fif fîf fof fuf fûf
ga ge gê gi gî go gu gû
gag geg gêg gig gîg gog gug gûg
ha he hê hi hî ho hu hû
hah heh hêh hih hîh hoh huh hûh
ja je jê ji jî jo ju jû
jaj jej jêj jij jîj joj juj jûj
ka ke kê ki kî ko ku kû
kak kek kêk kik kîk kok kuk kûk
la le lê li lî lo lu lû
lal lel lêl lil lîl lol lul lûl
ma me mê mi mî mo mu mû
mam mem mêm mim mîm mom mum mûm
na ne nê ni nî no nu nû
nan nen nên nin nîn non nun nûn
pa pe pê pi pî po pu pû
pap pep pêp pip pîp pop pup pûp
qa qe qê qi qî qo qu qû
qaq qeq qêq qiq qîq qoq quq qûq
ra re rê ri rî ro ru rû
rar rer rêr rir rîr ror rur rûr
sa se sê si sî so su sû
sas ses sês sis sîs sos sus sûs
şa şe şê şi şî şo şu şû
şaş şeş şêş şiş şîş şoş şuş şûş
ta te tê ti tî to tu tû
tat tet têt tit tît tot tut tût
va ve vê vi vî vo vu vû
vav vev vêv viv vîv vov vuv vûv
wa we wê wi wî wo wu wû
waw wew wêw wiw wîw wow wuw wûw
xa xe xê xi xî xo xu xû
xax xex xêx xix xîx xux xûx
ya ye yê yi yî yo yu yû
yay yey yêy yiy yîy yoy yuy yûy
za ze zê zi zî zo zu zû
zaz zez zêz ziz zîz zoz zuz zûz
Bawer Agirî
14.06.2020