ZAROK NE BIRESER IN, LÊ KIRDEYA JÎYANÊ NE
''Zarok xemla malan in, bi wan ra wext derbas dibe, dilê mirov şa dikin, pêşeroja me ne, bi wan ra bêhna mirov derdikeve.''
Ev gotin yên malbatên klasîk yên ku haya wan ji pedagojî û mezinkirina zarokan nîn in.
Ya yekemîn zarok ne xeml û çîçik û pîçikên li ser dolab yan jî nava dolaban in ku bibin ''xeml''.
Ya duyemîn zarok ne hobî ango amûreke muzîk, werzîş, geşt û seyranê ne ku mirov bi wan ra wexta xwe derbas bike.
Ya sêyemîn zarok ne şanogerên ser dikê yan jî henekbazên bipere dixebitin mirov bikenînin, dilê mirov şa bikin.
Ya çaremîn zarok ne pêşeroja min, te, wî/wê, me, we,wan in, lê pêşeroja xwe ne. Ew bi alîkarîya dê, bav, mamoste û mezinên xwe ancax dikarin ji bo xwe pêşerojekê amade bikin. Ji ber vê yekê mirov nikare berpirsêyarîya xwe ya mezin bide ser milên zarokan bibêje, ‘’Zarok pêşeroja me ne.’’
Ya pêncemîn zarok ne pêlîstok yan jî cureyek kêfxweşîyê ne ku mirov bêhna xwe bi wan fireh bike û dilê xwe rehet bike.
Zarok ev nîn e, ew nîn e, lê zarok çi ye?
Mixabin civaka me ji alîyê pedagojîyê ve ew qas bê agahî û paşda maye ku hê jî bi gotinên klasîk yên ku mirov biçûk dixin, zirarê didin hest û geşedana zarokan bi kar tînin. Pênc xalên ku li jorê hatine dîyarkirin, nîşaneyên civaka kevnare ne. Li gorî rêgezên pedagojîyê, zarok ne bireserên mezinan in, lê kirdeyên jîyanê ne. Dema ku em bibêjin ''Zarok xemla malan in.'' wê demê ew tê wê wateyê ku zarok ji bo keyf û zewqa dê û bavê tên dinyayê. Ango ew ji bo keyf û zewqa xwe zarokan çêdikin. Lê heke em bibêjin ''Zarok takekesek e, mafê wan jî wekî yên mezinan heye'', wê demê dibin kirdeya jîyanê.
Ji dê û bavên ku der barê pedagojîyê da pirtûk xwendine, geşe dane xwe zarokên jîr, bêtirs, zana û pêşketî çêdibin. Ji dê û bavên ku haya wan ji mezinkirina zarokan nîn e, pirtûkên pedagojîyê qet nexwendine, zarokên xwe ketûber mezin dikin, zarokên çewisî, çilmisî, stûxwar, tirsonek û kêmzan çêdibin. Ji bo geşedana zarokan, pêşîya pêşîn divê dê û bav bibin xwedîyê agahîyên pedagojîk. Dûra erk dikeve ser milên mamosteyan.
Mezin dibêjin qey pedagojî perwerdeya zarokan e; dema ku şûm dibin, bala wan belav dibe, pirsgirêkan derdixin, di nav malê da baz didin û teqle davêjin pedagog wan tedawî dikin. Lê ya rastî pedagojî ji van mijaran zêdetir, girîngîyê dide perwerdekirina dê, bav û mamosteyan. Loma jî pedagojî rênîşaner û rêber e ji bo dê û bavên ku dixwazin zarokên wan neyên perçiqandin. Her wiha ji bo civakeke pêşketî.
Heke nexweşîyeke zarokan ya fîzyolojîk nîn be, mirov nikare bibêje ew şûm û balbelav (bala wan belav bûye), kêmbal in (bi qasî ku tê xwastin bala xwe nadin ser mijarekê) ango di têkilîyan da kêmasîyên wan hene û konsantrasyona wan xirabe ye.
Zarok kengê balbelav û kêmbal dibin?
Dema ku têkilîya dê û bavê bi hev ra ne xurt be, dema ku dê ji tiştekî ra bibêje ev wiha ye, bav bibêje na wiha ye, dema ku dê û bav gotinên biçûkxistinê li dijî zarokên xwe bi kar biînin, dema ku dê yan jî bav bi qasî ku tê xwestin bi zarokên xwe ra girêdaneke xurt çênekin, dema ku hê wexta wan ya ji şîrevekirinê nehatibe, dema ku dema wan ya cudakirinê ji odeyê nehatibe, dema ku bên tirsandin zarok nikarin baş bala xwe bidin ser mijarekê. Dema ku mirov van hilde ber çavan, mirov dikare zarokekî sûcdar bike bibêje, ‘’Tu çima bala xwe nadî ser vî tiştî?’’ Bêguman mirov nikare vê yekê bibêje.
Gotinên ''balbelav'' û ''kêmbal'' li gelek cihan ji bo zarokan ji ser serê xwe biavêjin bi kar tînin. Bi gotineke din, dê û bav û mamoste erkên xwe naynin cih. Ji ber ku zarok nikarin xwe biparêzin, çi bi devkî çi jî fîzîkî, bi van rengdêran tên rengandin. Dema ku zarokek di waneyên xwe da xurt nebe yan jî ji bo pêdivîyên xwe şer bike, yek ser rengdêra ''balbelav'' pê ve dikin. Van gotinan jî ji bo wan ji berpirsîyarîyê xilas bike dibêjin. Di kurdî da gotinek heye dibêjin, ''Navê min navê te, kumê min li serê te.'' Bi piranî dê, bav û mamoste berpirsîyarîyên xwe naynin cih, bi zimanekî fambar tiştan hînî wan nakin. Îcar ji bo ser nekarîn û kêmkarînên xwe bigirin, zarokan bi gotinên biçûkxistinê tawanbar dikin û diwesifînin.
Bawer Agirî
11.04.2020
Ji bo dersên kurdî bitikîne: https://www.youtube.com/watch?v=s76VPWAVxnw&list=PLk38ZIpBZmZcmJOPi-Cr41BM8KmdT0H45&index=4